22 Şubat 2011 Salı

ŞEREFNAME Û şerefxan

Şeref Han - Şerefname.. Şerefname ew kitêb e ku di tarîxa kurdan de cara pêşîn ew seranser li ser dîroka mîr, eşîr û xanedanên kurdan, têkiliyên wan ên bi hev re, bi gel û dewletên cîran re û şerê wan ê li gel Împaratoriya Osmanî û Îrana sefewî, zilma van her du dewletên super a li ser kurdan hatiye nivîsîn. Ew, her wiha behsa ziman, kultur û zanyariya nav kurdan dike, zana û alimên wan ên dewra nivîskarî dide nasîn. Şerefname ji du cildan pêk tê. Ew nusxeya pêşîn a ku Şeref Xanî bi destê xwe nivîsiye îro jî li Îngîltereyê li Kutubxana Bodleiana Oxfordê di bin reqema 312-yê de tescîlkirî ye. Mamosta Abdulreqîb Yûsuf kopyeyeka vê destnivîsê ji wê kutubxaneya binavkirî daye anîn û lêkolînek li ser kiriye. Li gora agahdariyên ku ew dide, destnivîs wekî du cildan, lê bi hev re; wekî dewama hev hatiye amadekirin. Li ser vê destnivîsê -bi nivîseke ku diyar e pişt re hatiye nivîsîn- navê kitêbê wiha hatiye danîn:''Şerefname Tarîxê Kurdistan''. Şeref Xan bi xwe navê ''Xatîme'' li cildê duduyan kiriye. Kitêb bi zimanê farisî hatiye nivîsîn. Di dawiya cildê yekê de wiha hatiye nivîsîn:''Weqíe tahrîreh we teshîheh åela yed muellîfetuíl feqîr we musennîfetuíl heqîr -el muhtac îla rehmetî el-melikiíl barî Şeref bîn Şemseddîn el-Kisrayî hafîzehullahuíl teíala åenzellatuíl qelem we hefattuíl reqem fî selx zilhicce sene 1005 mîn-el hîcretî nebewîyye(S.A.W.)''(Ev di dawiya meha zilhicca sala 1005-ê ya piştî hicreta pêxemberê mezin(S. A.W.) de bi destê nivîskarê hejar û musennifê feqîr ê muhtacê reh**** Xwedê Şerefê kurê Şemseddînê Kisrayî hatiye nivîsîn û teshîhkirin, Xwedê qelema wî ji şemitandin û şaşiyan biparêze.[Hin şaşîtiyên çapê ji bal min ve hatine rastkirin M. C.] (19: 1991, r. 15) Nusxe hemî ji 247 rûpelan pêk tê. Cildê yekê heta nîvê rupelê 155-ê ye û cildê duduyan jî ji vî rûpelî destpê dike. Cildê yekê li ser tarîxa kurdan, cildê duduyan li ser tarîxa paşayên osmanî û şahên Îran û Tûranê ye. Şeref Xan di navberekê de li nik Sultan Muhammed Xanê kurê Sultan Mûradê Sisiyê maye û ev cildê duduyan li ser daxwaza wî nivîsiye. Cildê duduyê ji bûyerên 689-ê hicrî(1290) destpê dike hata digihîje bûyerekê ku di çaryeka dawîn a meha rebîulewwela sala 1005-ê hicrî(25-ê tişrîna yekê a 1596-ê) bûye dewam dike.(19: 1991, r. 15-16). Ew tarîxa ku tê gotin tarîxa xelasbûna Şerefnamê ye(14-ê tebaxa 1597-ê dawiya zilhicca 1005-ê) esas tarîxa temambûna cildê yekê ye. çimkî di wê destnivîsa Şeref Xan bi xwe de ev tarîx li dawiya cildê yekê hatiye nivîsîn. Tarîxa temambûna cildê duduyê ne diyar e. çimkî di vê destnivîsê de Şeref Xan her eynî tarîxa xelasbûna cildê yekê li dawiya cildê duduyan jî danîye. Li gor qenaeta Dr. Kemal Mezher Ahmed cildê duduyan teqrîben di dawiya meha heştan an destpêka meha nehan a 1598-ê de xelas bûye. (3:1983 r. 107). Di nava vê nusxeya destnivîs de 20 tabloyên mînyaturî hatine resimkirin ku şazde ji wan dikevin nava cildê yekê û çar ji wan jî di cildê duduyê de bi cih bûne. Her tabloyek bi wî awayî di kitêbê de bicih bûye ku li gor mijara nivîsê hatiye eyarkirin. (19:1991, r. 24). Mînyatura yekê û ya duduyê di rûpelê 33-yê vê detnivîsê de ne û teswîra fermanrewatiya Hekariyê ne, yên sisê û çarê di rûpelê 39-ê de ne û li ser fermanrewatiya Bahdînan in, yên pênc û şeşê di rûpelê 43-yê de ne û li ser fermanrewatiya Botan in, yên heft û heştê di rûpelê 56-ê de ne û li ser fermanrewatiya Hesenkêfê ne, neh û deh di rûpela 66-ê de ne û li ser fermanrewatiya Egilê ne, yazde û duwazde di rûpelê 77-ê de ne û li ser fermanrewatiya Hîzanê ne, sêzde di rûpelê 89-ê de ye û li ser fermanrewatiya Tercilê(Hezroyê) ye, ya çardeyan di rûpelê 132-yê de ye û ablûqekirina kela Bedlîsê ya ji alî Akkoyunluyan ve teswîr dike. Mînyatura panzdeyan di rûpelê 145-ê de ye û teswîra meclisa mîrê Bedlîsê dike, ya şanzdeyan jî di rûpelê 145-ê de ye û ew Şah Tahmasb li bajarê Xelatê nîşan dide. Mînyatura huvdeyan ku di rûpelê 158-ê de ye teswîra sultanekî osmanî yê kevn e, ya hijdeyan ku di rûpelê 173-yê de ye teswîra şerê Edirneyê ye, ya nozdeyan ku di rûpelê 191-ê de ye Sultan Muhammed Fatîh(Fatih Sultan Mehmet) teswîr dike û ya bîstê ku di rûpelê 208-ê de ye teswîra Şerê çaldiranê ye. (19: 1991, r. 25). Kevntirîn, binirxtirîn û rasttirîn nusxeya destnivîs ev e (3:1983: r121). Dr. Kemal Mezher Ahmed dinivîse ku cildê yekê ya çapa yekê ya farisiya Şerefnameyê 459 rûpel û cildê dudyê ya çapa yekê 307 rûpel in (1: 1991, r. 23 û 3: 1983, r. 111) Qenaeta zanayan ew e ku Şeref Xanî piştî ku ji Îranê hatiye ser mîrîtiya Bedlîsê dest bi nivîsandina Şerefnamê kiriye. çavkanî û malzemên Şerefnamê ew kitêbên dîrokê yên wê demê û beriya wê, behs û rîwayetên zana, rîsipî, gerok û xwedîtecrubeyan, şiîr û destanên şairan, belgenameyên li ber destê nivîskarî bi xwe, jiyan, tecrube, serboriyên wî, yên der û dora wî û hemdemên wî ne ku gîhaştine wî. Lê wî, tiştên ku bihîstine heta tehqîq nekirine, rastiya wan tekûz nekiriye û dilê wî lê rûneniştiye nenivîsîne. Eugenia Vasilieva di vê behsê de dinivîse ku: Nivîskarî bi hedê zêde yê dudilî li wan xeberan dinihêrt, kengî ku gûmana wî ji rastî û durustiya wan nemaya wê çaxê bikar dianî. ( 3: 1983, r. 115) Li cihekî din Vasilieva dinivîse ku bi ya wê tu çavkanî tuneye ku qasî Xatîmê mewzûî û rastgoyaneyê jiyana navbera îranî û osmaniyan a sedsala şazdeyan teswîr kiribe. ( 3: 1983, r. 116). Mewzûiyet û bêalîtî, ew du şertên giring ên pêdiviyê serkeftina dîroknivîsiyê, di Şerefnameyê de diyar in. Wê wexta ku Şeref Xanî dest bi nivîsîna Şerefnameyê kiriye, têkiliyên wî li gel şehên Sefewiyan xerab û li gel sultanên osmaniyan lirê bûne. Gava ku hatiye ser kê ji wan, hewl daye ku çavê wî ji ser rastiya bûyeran neşemite. Di mesela nêrînên Şeh Tahmasb û Sultan Mûradî de yên li hemberî hev, wek yekê ji wan nekiriye, di şerê navbera wan de bêalî maye, heta ew bi xwe di bin hukmê osmaniyan de buye jî gava cih hatiye texsîr nekiriyre ku pesnê Şah Tahmasbî bide (3: 1983, r. 116). Zernov nivîsiye ku''tu gûman li ser rûmetê zanistî yê vê dîroka kurdan nîne. Tevî ku sêsed sal di ser re derbas bûye heta niha li rojhilatê karekî din ê bi vî awayî nehatiye kirin ku bi taxa Şerefnameyê bikeve'' (14: 1860, r. 82). Ne bê sebeb e ku zanayekî mezin ê wekî Petroçevsky, Şerefnamê digihîne payeya çavkaniyên ermaniyan yên kevn ku kes tune gûmanê ji qî**** wan bike. Her çendîn Şerefname ji du cildan pêk tê hem di nava kurdan de, hem jî di nava rojhilatnasan de pirtirîn cildê yekê yê li ser kurdan bal kişandiye ser xwe. Dr. Kemal Mezher dinivîse ku sedemê vê yekê ne ew e ku qîmetê cildê duduyan ne qasî yê yekê ye. Her du cild qasî hev bi rûmet in û cih didin bûyerên balkêş û belgeyên dîrokî. Li gora qenaeta Kemal Mezher Ahmed ji bo ku cildê pêşîn li ser kurdan e û ne berî wê ne jî di dema jiyana Şeref Xanî de tu kesî bi wê berfirehî û giştayetîyê cih nedaye jiyana kurda, bûyerên li nav û li ser wan, loma jî yên ku li ser dîroka kurdan rawestiyane serî li vê cildê dane û bi vî awayî ew cild balkêştir bûye. Lê Kemal Mezher Ahmed destnîþan dike ku di cildê duduyan de jî hem li ser kurdan û hem jî li ser sultanên osmanî û şahên îranî behsa bûyerên bi wî awayî hene ku lu tu derên din bi wê zelalî û firehiyê li wan nayê rasthatin. Ev cild jî hem ji bo kurdan, hem jî ji bo rojhilatnasan çavkaniyeka hêja ye (3: 1983: r. 110-111). Kemal Mezher Ahmed li ser van tesbîtan hin bûyeran jî ji cildê duduyê neqil dike ku wiha ne: Bi saya gellek çavkaniyên kevn mêjûnas agadar in ku çewa Rûkslanê rûsnîjad ê hemsalê xweşdiviyê Qanûnî Sultan Suleyman(1520-1566) kariye wiha li Sultan bike ku ew Mistefayê kurê xwe yê mezin bikuje ku ji dêlva wî ve kurê wî yê bi navê Selîm karibe were ser textê padîşahiyê. Lê belê heke cildê duduyê yê Şerefnamê nebûya kesî nedizanî ku destê Seyid Muhammedê mîrê Hekariyan di rêkxistina vê planê de heye. Li gora Şerefnamê, gava Qanûnî Sultan Suleyman di sala 960-ê hicrî de(1553-yê mîladî) ji bo sefera ser Îranê ji Îstanbolê derdikeve, li ser rê gava li Erkelê datîne kurê wî yê mezin Şehzade Mistefa ji bo dîtina bavê xwe ji Amasyayê tê cem wî. Wezîrê Azam Rustem Paşa ku gellek tirsa wî ji Şehzade Mistefa hebû bi alîkariya Seyid Muhammedê mîrê Hekariyan nameyeka sexte ku guya ji bal Şah Tahmasbî ji Şehzadeyî re hatiye hinartin, pêşberî Qanûnî dike. Gava Qanûnî vê nameyê dibîne gellek hêrs dibe, derhal Şehzade Mistefayî dide girtin û bi dizî wî dide xeniqandin.(3: 1983, r. 112) Nimûneyeka din jî ew agahdariya li ser xezîneya Şah Tahmasbî ye. Gava Şah Îsmîlê Duduyê tê ser text, wazîfe dide Şeref Xanî ku tesbîta xezîneya Şah Tahmasbî bike. Ew jî bi tekûzî hemî dewlemendiya xezînê tesbît dike û bîlançoya wê di cildê duduyê ê Şerefnamê de dinivîse. Li wir derdikeve ku Şah Tahmasb çi qas dewlemend e. Ev agahdarî jî li tu ciyê din bi vê firehiyê tunene(3:1983, r. 113) Behsa bûyera liberxwedana boxtiyên kela Ercîşê jî bûyereka gellek balkêş e û di cildê duduyê de diyar dibe ku ji berxwedana Kela Dimdimê ne kêmtir e: ''... Şah berê xwe da Ercîşê û ferman da ku bi hişkî kelê abloqe bikin. Qizilbaşan bi tevayî dor lê girtin, heta ku ji wan hat li hemberê ewên di nava kelê de ketin şerî. Lê roj hatin û roj çûn, ji çar mehan zêdetir di ser abloqê re buhurî, zivistan, serma , şilope û berf û baranê dayê, Şah Tahmasb ku bi xwe jî li gel leşkerê xwe di çileyê zifistanê de di nava xîvetan de ji ber berf û baranê dest hilnedigirt, ferman da ku tu firsendê nedin wan. Diyar bû ku çend deste ji boxtiyên wek Îbrahîmê Gurkêlî û merivên wî di kelê de ne û bi tu awayî ne amade ne ku xwe bidin dest. Lê bi eksê, romiyan(tirkan) piştî hemû wê berxwedanê dixwestin teslîm bibin. Wan di binî re li gel qizilbaşên abloqedar li hev kirin û destê xwe gihandin hev, bi hev re bi tîr û tiving erîş birin ser wan. Boxtiyên ku nedixwestin dev ji şerî berdin û kelayê teslîm bikin, naçar kirin têkevin kuncekî teng û vê carê ew bi xwe naçar man ku qelayê teslîm bikin. Peyayên Şah Tahmasbî ku yekser fermana kuştina boxtiyên palewan dan, her li wê derê postê serê wan bi zindîyî guran( 3: 1983: r. 114) Destnivîsên Şerefnameyê Şerefnamê her zû bi zû bala xwendevan, dîroknas û dîrokhezan kişandiye. Yên ku ew bidest xistine ketine jibernivîsîna wê ya bi destxet a her du cildan jî. Bi vî awayî hê gellekî berî çapbûna wê ew di navbera zana, alim, dîroknivîs, mîr, beg, şah û paşayan de belav bûye û ketiye nav kutubxanên miletên Rojhilata-navîn. Sala 1606-ê li bajarê Kilîsê, Hesenê kurê Nûreddînî di 327 rûpelan de bêyî ku tê de guhertinê bike ji ber destnivîsa pêşîn a Şerefnamê bi dest nivîsî ku ev nusxe jî niha li Kitêbxana Bodleiana Oxfordê tê parastin. Hesen Begê Yezdî jî kesek e ku sala 1645-ê Şerefnamê nivîsiye. Niha bes di kitêbxaneyên navdar de 22 nusxe destnivîs ên Şerefnamê hene (3: 1983: r. 120). Wekî me berê jî nivîsî nusxeya herî kevn û rasttirîn a Şerefnameyê ya bi bîst tabloyên mînyaturî ku Şeref Xan bi xwe nivîsiye ew e ku li Kitêbxaneya Bodleianê ye. Di pêşgotina xwe de Zernov destnîşan dike ku wî çapa xwe ya farisî li ber çar nusxeyên destnivîs amade kiriye. Ew, bi vî awayî agahdariyê li ser wan nusxeyên destnivîs dide. 1) Desnivîsa Kitêbxaneya Qeyser li Peterburgê ku sala 1007-ê hicrî -piştî nivîsîna nusxeya pêşîn bi du salan-[salek û hîjde rojan M. C.] hatiye nivîsîn û xwediyê kitêbe; Şeref Xanî çav lê gerandiye. Lê gellek kêm û kurrî di vê destnivîsê de hene. (14: 1981, r. 88) Dr. Kemal Mezher Ahmed dinivîse ku Şeref Xan bi xwe ev destnivîs redakte kiriye û bi destê xwe yê pîroz mora xwe lê xistiye. Ev, ji wan kitêbên bi nav û deng ên kitêbxana sefewiyan bûye ku rûsan di dema şerê 1826-28-an de ew kitêbxane ji Erdebîlê anîne Rûsyayê(1: 1991, r 24). 2) Destnivîsa M–sy– Xanîkof. Ev zana û rojhilatnasê han sala 1854-ê li Îranê konsulê giştî yê Rûsyayê bû. Wî pêşiyê nusxeyek ji alî Dîlmekan-Salmasê- peyda kiriye, du destnivîsên din jî ji kitêbxaneya Yehya Xanê xanê fermanrewayê Azerbaycanê wergirtine, ew dane ber hev û ya xwe li ber wan durust kiriye. Destnivîsa Xanîkof di nozdeyê meha şabana sala 1252-yê hicrî(1837-ê mîladî) de ji alî kesekî ku navê wî Mehmûd Rizayê kurê Sabir Alîyê Kerbelayî ye, bi fermana Rewşen Efendî, li gundê Dîlmekanê ji ber destnivîseka Şerefnamê hatiye nivîsîn ku dîroka wê vedigere sala 1007-ê hicrî (1598)û di dawiya wê de wiha hatiye nivîsîn: ''Ez danerê hejar ê nivîskarê bêtaqet û çav li rehma Xwedayê mezin; Şerefê kurê Şemseddînê rojekî yê kisrayî di dawiya meha muharrema 1007-ê hicreta Pêxemberî de -silavên Xwedê li ser bin- li bajarê Bedlîsê -Xwedê ji belayan biparêze- ji nivîsîn û rastkirina wê bûme.''(14: 1981, r. 89) 30-ê muharrema 1007-ê hicrî dike 1-ê îlona 1598-ê. 3) Destnivîsa Muzeya Asyayê ya Akademiya Qeyser li S:t Peterburgê. Ev bi reqema 756 li ser navê Ruso qeydkirî ye. Nayê zanîn ku kengî hatiye nivîsîn lê xwediyê wê Ruso li serê notek daniye ku ew diyarî ye ji hakimê Sawucbulaxê(Mehabada niha). 4) Destnivîsa Muzeya Asyayê ya bin reqema 576-ê ku Baron Bud ji Îranê aniye. Ev nusxeyeka gellek kêm e.(14: 1981, r. 90) Zernov di pêşgotina xwe de destnîşan dike ku ji bilî van destnivîsan li Awrûpayê jî hin destnivîs hene û agahdariyên bi vî awayî li ser wan destnivîsan dide: Ji bilî van destnivîsên li Rûsyayê sê destnivîs jî li Avusturyayê li nik Dr. Barbe hene, Sir John Malcolmî jî li Londonê nusxeyek heye ku niha li nik Komeleya Asyayê ya Qiralî ya Birîtanya û Îrlandayê ye. Li Parîsê jî nusxeyek heye. Li Muzeya Birtanyayê jî nusxeyeka Mr. Rich heye ku li Kurdistanê bi destê wî ketiye. Ew du tercumeyên bi tirkî jî li Muzexana Brîtanyayê ne.(14: 1981, r. 93) Destnivîsên din li kutubxaneyên Brîtanyayê û yên Îstanbulê hene(3: 1983, r. 121) Me berê bahs kir ku M. Alî Awnî nusxeyek li Helebê li Kitêbxaneya Medresa Osmanî peyda kiribû û cildê pêşîn ji ber wê nivîsîbû, nusxeyek jî li ba Sureyya Bedirxanî hebû. Xebatên li ser Şerefnameyê Hacî Xelîfe(Katip çelebî) ji bo danîna kitêba xwe ya bi navê cihannuma ji Şerefnameyê gellek fêde girtiye û navê wê jî di kitêba xwe de li gellek ciyan anîye(14: 1981, r. 82, û 3: 1983, r.121) Her wiha Zeynelabidîn ku kitêba Riyad el-Seyahe çêkiriye jî, di heqê kurdan de gellek tiþt ji Şerefnameyê wergirtine.(14: 1981, r. 82) Şerefnamê du caran hatiye wergerandin ser zimanê tirkî. Yek ji wan ên ku ew wergerandine navê wî Samî bûye û wî, ev werger ji bo mîrekî kurdan ê bi navê Mistefa Beg kiriye1 (14: 1981, r. 82). Ev werger di salên 80-yê yên sedsala 17-yê de hatiye kirin û wergereke temam e. Wergera din berî vê ji bal Mehemed Begê Ahmed Begê Mîreza ve di sala 1078-ê hicrî(1667-68) bi kurtebirî hatiye kirin û heta niha du nusxeyên wê hatine dîtin(1: 1991, r.24 û 3: 1983: r. 121) Li Awrûpayê cara pêşîn Herbilo behsa Şerefnameyê kiriye û di du nivîsarên xwe de cih daye navê wê carekê bi navê Tarîxa Şeref Xan Bedlîsî carekê jî bi navê Tarîxa Kurdan.(14: 1981, r. 82)Wî navê kitêbê ji cihannumaya Katîp çelebî bihîstiye û di sala 1776-ê di wê kitêba xwe ya fransizî de ya bi navê Kitêbxaneya Rojhilatê ya Ferhanga Giştî cih daye wê(3: 1983, r. 122) Wiha diyar e ku berî hemû awrûpayiyan Şerefname ketiye destê Sir John Malcolm(1769-1833) ê ku demekê li Hindistanê û li Îranê konsuliya Brîtanyayê kiriye û zimanê farisî baş zanîbûye. Di cildê dudyê ê wê kitêba xwe de ya li ser tarîxa Îranê ew bikar aniye2. Vê nusxeyê mazinê eşîra mihêziyan ya kurd dayiyê. Wî li ser vê nusxeyê nivîsiye Kurden Kronik a von Sheref.(14: 1981 r. 82) Dîroknivîs Etienne Marc QuatremËre ê Faransiz di tarîxa xwe de ya bi navê Tarîxa Moxoliyên Îranê çend perçe ji Şerefnameyê wergirtine. Ev kitêb di 1836-ê de hatiye weşandin(3:1983, r. 122). Li bajarê Vîyanayê, paytexta Avusturyayê, Şerefname ji alîyê G. A. Barbe ve hatiye wergerandin ser zimanê Almanî û beş bi beş di navbera salên 1853 û 1859-ê de li gel pêşgotineke wergêr hatiye belavkirin(1: 1991, r.25 û 3: 1983, r. 123). Şerefnameyê zû bi zû bala rojhilatnasên rûsî jî kêşaye. X. D. Frahn zanayê pêşîn ê rûs e ku sala 1826-ê di yek ji wan rojnameyên Peterbûrgê de behsa navê Şerefnamê wekî ''çavkaniyeka mêjûyî ya yekcar giring'' kiriye. Her wê salê M. Volkoviç bi dirêjî behsa Şerefnamê kiriye. Piştî sê salan Frahn careka din di yek ji wan nivîsên xwe de hatiye ser behsa Şerefnameyê û dawe kiriye ku zûtirîn wext orîjînalê kitêbê bê weşandin û bê derengî bê wergerandin ser zimanekî awrûpî. Piştî Frahn, hin rojhilatnasên din jî dawe kirine ku Şerefname bê wergerandin. (3: 1983, r. 123). Sala 1860-ê rojhilatnas û karbidestê Akademiya Zanyarî ya Rûsyayê F. Viljaminov Zernov(1830-1914) cildê yekê ê Şerefnameyê li Peterburgê da weþandin. Wî bi vê re pêşgotineka bîst rûpel a lêkolanê ya hêja bi zimanê fransizî jî pêşkêş kir bahsa xebatên li ser Şerefnameyê ên heta dewra wî, hin agahdariyên li ser nusxeyên destnivîs ên Şerefnameyê û qî**** wê ya zanistî ya di dîroka gelên Rojhilata-navîn de dike. Zernov du salan piştî vê bi pêşgotineka heft rûpel cildê duduyê ê Şerefnameyê jî bi farisî da weşandin. (1: 1991, r. 23). Prof F. B. Charmoy, ku di wextê xwe de mezintirîn farisîzanê Awrûpayê dihat hesabkirin di navbera salên 1868 û 1875-ê de Şerefname wergerand ser zimanê fransizî û her du cildên wê jî bi vî zimanî li Peterburgê da weşandin. Bi saya vî zanayî Awrûpayî bi awayekî berfireh hay ji Şerefnameyê bûn. Ev karê han berhemê bêwestanê 30 salan bû. Wî wergera xwe ji ber çapa farisiya Zernov amade kiribû, lê ew dabû ber du nusxeyên destnivîs ên din jî. çapa fransizî ya Şerefnamê çar cildên serbixwe bûn. Beşa yekê a cildê pêşîn di sala 1868-ê, beşa duduyê a cildê pêşîn di sala 1870-yê, beşa yekê a cildê duduyan di sala 1873-yê û beşa duduyê ya cildê duduyê di 1875-ê de hat weþandin(1: 1991, r. 25-26). Morli jî di fihrista Şerefnameyê de navên wan eşîr û mezinên ku şeş hatine nivîsîn li ber wan her du tercumên wê yên tirkî rast kiriye ku di Muzeya Britanyayê de ne. Larssen di behsa kurdan de kurtegotarek li ser tarîxa kurdan nivîsiye çend bûyerên balkêş neqil kirine ku ji Şerefnameyê wergirtine.(14: 1981, r. 87) Rojhilatnasiya sovyetî û Şerefname Hejmarek zêde ji rojhilatnasên Sovyetê, çi ji bo nivîsên xwe yên li ser dîroka Kurdistanê, çi jî yên herêmên din ên Rojhilata-navîn be, gellek ji Şerefnameyê îstîfade kirine. Di salên 30-an de, ji rojhilatnas û kurdnas F. P. Rastopiçin hat xwestin ku ew Şerefnamê wergerîne ser zimanê rûsî, lê gellek mixabin ku mirina bêwext musaeda cîbicîkirina vî karê zanistî yê pêwîst neda (1: 1991, r. 19-20). Di dawiya salên 50-yan de Beşa Kurdî ya Liqa Lenîngradê ya Unîversîteya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Sovyet karê wergerandin Şerefnamê ji farisî ser bi zimanê rûsî siparte Eugenia Vasilieva. Xebateka wiha çend sal dixwestin. Di encama vê xebata rojhilatnas û kurdnasa jêhatî de, di sala 1967-ê de cildê yekê hat weşandin(1: 1991, r. 19-20). Cildê yekê yê Şerefnameya bi zimanê rûsî 619 rûpel in, 412 rûpelên wê ji nivîsandina Şeref Xan pêk hatiye. Yên din ji pêşgotin, paşgotin û kurtebahseka bi îngilîzî ye ku li ser kitêbê hatiye nivîsîn. Ev hemî ji bal Eugenia Vasilieva ve hatine amadekirin(1: 1991, r. 21). Eugenia Vasilieva di pêşgotinê de li ser giringiya Şerefnameyê sekiniye û qî**** wê ya bilind a zanistî daye diyarkirin û gellek zanyarî û agahdariyên di vî warî de xistine navê. Di vê pêşgotinê de Vasilievayê bi dirêjayî behsa dîroka lêkolînên Şerefnamê û destnivîsên wê dike(1: 1991, r. 21). Cildê duduyan ê Şerefnamê ku Şerefxan navê Xatîme lêkiriye jî, ji bal Eugenia Vasilieva ve hatiye wergerandin ser zimanê rûsî û bi pêşgotinekê di sala 1976-ê de li Moskovayê hatiye weşandin.(3: 1983: r. 125) çend mehan piştî vê, fermanberê zanistî yê Unîversîta Gelên Rojhilata Nêzîk û Navîn a ser bi Akademiya Zanyarî ya Azerbaycana Sovyetî Mehmet Şemsî payeya xwe ya doktorayê bi wê xebatê stend ku bi navê Şerefnameya Şeref Xanê Bedlîsî wek Serokaniya[çavkaniya] Dîroka Gelê Kurd li ser Şerefnameyê amade kiribû(1: 1991, r. 20). Ev nameya han a ku di 1967-ê de temam bûye(3: 1983: r. 124) bi azerî hatiye nivîsîn û kurtiyeka wê jî bi rûsî hatiye weşandin. Piştî vê bi demekê doktoraname bi xwe jî wekî kitêb serbixwe li Bakuyê hatiye weşandin.(1: 1991, r. 20). Dr. Mehmet Şemsî di doktoranameya xwe de bi dirêjayî behsa jiyan û serpêhatiyên Şeref Xan û rewşa jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê ya sedsala16-yê dike û li ser naveroka Şerefnamê disekine. Ji bo zelalkirina van bahsên han hejmarek gellek zêde çavkaniyên wekî Nuzhetuíl-Qulûba Hamdullah Qezwînî û berhemên birrek dîroknivîsên hevçaxê Şeref Xan bikar tîne, her wekî berhema Qazî Ahmedê Xeffarî(1: 1991, r. 28 û 3: 1983, r. 125). Dr. Şemsî jî bi dirêjayî li ser qî**** Şerefnamê radiweste û wiha dinivîse: dîroknivîsên piştî Şeref Xanî ên wekî Katip çelebî, Ewliya çelebî û gellekên din di berhemên xwe de ji hemû çavkaniyan zêdetir Şerefname bikar anîne.(1: 1991, r. 28) Di eynî wextê de Dr. Şemsî şaîştiyekê jî rast dike ku grûbek dîroknivîs êdîa dikin guya Şeref Xan, Şerefname bi teşwîqa şahê Îranê nivîsiye. Di rastiya xwe de wextê Şeref Xan Şerefname nivîsiye nêzîkayiya wî bi sultanên osmaniyan re zêdetir bûye û heta osmaniyan alîkariya wî jî kirine(1: 1991, r. 28). Dr. Mehmet Şemsî ji bilî doktoranameya xwe zincîregotarên zanistî li ser Şeref Xanê Bedlîsî û Şerefnameyê nivîsîne, her wekî ''Dîroknivîsê bi nav û deng ê kurd Şeref Xanê Bedlîsî'' û ''Behsa serîhildanên sedsala şanzdehan a eşîrên kurdan di Şerefnameyê de.''(1: 1991, r. 28). Xebata kurdan a li ser Şerefnamê Mele Mehmûdê Bayezîdî kurdê herî pêşîn e ku Şerefname wergerandiye ser zimanê kurdî. Wî ev kar di sala 1858, an 1859-ê de temam kiriye ku Aleksandre Jaba; konsolosê Rûsyayê yê wê demê yê Erzuromê yekser ev werger şandiye Peterburgê. Ev karê ku bi destxeta Mela Mehmûdê Bayezêdî bi xwe hatiye nivîsîn îro li Kitêbxaneya Giştî ya Saltikof Şêdrîn li Peterburgê tê parastin. Di van salên dawiyê de kurdnasê hêja J. S Mûsaelian lêkolînek li ser vê wergerê kiriye û bi pêşgotineka xwe û ya K. K. Kurdoev a muşterek orîjînala wê ya kurdî daye çapkirin. Ev çap di 1986-ê de li Moskovayê pêk hatiye ( 7: 1986, Moskova). Muhemmed Alî Awnî(1897- 11-ê temmûza 1952-yê li Qahîreyê) cara pêşîn di sala 1931-ê de çapa farisî ya cildê pêşîn ê Şerefnamê daye weşandin. Wî ji bo vê çapê pêşgotin û jêrenotên hêja amade kirine. Ew cara pêşîn di sala 1922-yê de, di Kitêbxana Medreseya Osmanî de nusxeya destnivîs a Şerefnameyê dibîne, cildê pêşîn ji ber dinivîse û li gel xwe dibe Misrê. Li wir bi Şêx Ferecullah Zekî Kurdî re li ser Şerefnamê diaxive û dibîne ku nusxeyek ji çapa rûsî ya 1860-ê û nusxeyeka destnivîs a Sureyya Bedirxanî li nik wî hene û ew jî li ser vê eserê kar dike (14: 1981, r. 76). Pişt re Şêx Muhyeddîn Sebrîyê Kurdî (bavê wî Zekeriyya Muhyeddîn e ku destê rastê yê Cemal Abdulnasir bû) ji ber ku baş farisî dizanî û di edebiyata farisî de şareza bû xwe gîhand wan û her siyan bi hev re dest bi karê amadekirina çapa farisî kirin (14: 1981, r. 77). Hersê nusxe dan ber hev lê çapa Rûsyayê kirin esas û di xebata salekê de ew amade kirin. Ev nusxe di 1931-ê de li Qahîrê weşiya. Muhammed Alî Awnî, her du cildên Şerefnamê kirine erebî û Yehya Xeşab ji her cildekê re pêşgotinek nivîsîye. Piştî mirina Muhammed Alî Awnî wergera cildê yekê di sala 1958-ê de, ya cildê duduyê jî di 1962-yê de li Qahîrê hatiye weşandin (15: 1991, r. 5-6). Ew pêşgotina ku Zernov li Rûsyayê ji bo çapa pêşîn a farisî nivîsiye di van wergeran de jî heye. Mela Cemîl Bendî Rojbeyanî(1912- ) ji bo wê wergera xwe ya erebî pêşgotinek nivîsiye, li berhemên Husên Huznî Mukriyanî û Muhammed Emîn Zekî Beg û gellek kitêbên tir bi hûrî nihêrtiye û agahdariyên ku bi dest xistine wekî şerhan di wergera xwe de bicih kirine. Ev wergera han di sala 1953-yê de li Bexdadê weşiyaye (14: 1981, r. 45 û 54). Mamosta Hejar Mukriyanî cara pêşîn cildê pêşîn ê Şerefnameyê wergerandiye ser zimanê kurdiya başûr(soranî) û ev çap di 1972-yê de li Necefê ji bal Korrî Zanyarîy Kurdî ve hatiye weşandin. Her ev çapa han bêyî dest lêdan cara duduyan di sala 1981-ê de li Tahranê hatiye weşandin. Di pêşiya vê wergerê de pêşgotin û sipasnameyeka Mamosta Hejar, agahdariyek li ser wan kurdên dîroknas ên ku di amadekirina Şerefnameyê de bi kêrî Hejar hatine; her wekî Husên Huznî Mukriyanî, Muhammed Emîn Zekî Beg, Muhammed Alî Awnî, Mela Cemîl Bendî Rojbeyanî hene. Pişt re hin bîr û baweriyên wan zanayan tên ku li ser wergera Şerefnameyê ya bi ser zimanê kurdî nivîsên xwe pêşkêþ kirine. Nivîsara Mesûd Muhammed, Elaeddîn Seccadî, Hêmin Mukriyanî û Dr. Kemal Mezher Ahmed ev nirxandin in. Pişt re pêşgotina ku Muhammed Alî Awnî ji bo çapa farisî a 1931-ê nivîsîye û di pey wê re ew pêşgotina lêkolînî ya hêja ku ji bal Zernov ve ji bo çapa pêşîn a farisî hatiye nivîsîn jî di wê wergera kurdî ya Hejarî de cih digrin. Îhtîmal e ku pêşgotina Zernov di çapa Misrê ya farisî û pişt re jî di ya erebî de ku ji bal Awnî ve hatine amadekirin cih girtiye û ji wir jî hatiye wergerandin ser zimanê kurdî û di wergera Hejarî de bicih bûye (14:1981, r. 74 û 81). Li pey pêşgotina Zernov vê carê pêşgotina Muhammed Alî Awnî tê ku ji bo çapa erebî nivîsiye. (14: 1981, r.96). Dîroknasê misrî Yehya Xeþab jî lêkolîneka dûr û dirêj li ser dîroka kevn û nû ya kurdan ji bo vê wergera Muhemmed Alî Awnî amade kiriye û ew di wê çapê de hatiye weþandin. Pişt re ev lêkolîn hatiye wergerandin ser zimanê kurdî û di Şerefnameya wergera Hejarî de jî wekî pêşgotinekê ciyê xwe girtiye. (14: 1981, r. 109) Her wiha di vê wergerê de nivîsareka lêkolînî ya li ser Şerefnameyê û kurdnasiya Sovyetî ji bal Dr. Kemal Mezher Ahmed ve hatiye amadekirin. Wê nivîsara nirxandin û lêkolînê ya Dr. Kemal Mezher Ahmed pişt re bi hin nivîsarên din re wekî berhevokekê di nava kitêba wî ya bi navê çend lapere le Mêjûyî Gelî Kurd di sala 1985-ê de li Iraqê hatiye weþandin. Dûv re Elî Şêr ev kitêb kiriye kurmanciya bakur û ew di sala 1991-ê de li Stockholmê hatiye weşandin. (1: 1991, Stockholm). Di kitêba Hejarî de, pişt re wergera cildê yekê ê Şerefnameyê tê. Gava ew xelas dibe nameyeka Ziya Şerefxan, fîhrîst û ferhengokek û jiyannameyek ku Hejarî bi xwe nivîsîye tê. Herî dawîn jî, li ser dema berî sala 1972-yê ya tevgera Kurdistana Iraqê lêkolînek heye. Bi tevayî ev wergera Hejar Mukriyanî 176 rûpelên pêşgotinan û 871 rûpelên din in(binêre; 14: 1972 û 1981). Mehmet Emin Bozarslan cildê yekê yê çapa Qahîrê ya weregera erebiya Muhemmed Alî Awn? kiriye tirkî û cara pêşîn tirkiya wê di sala 1971-ê de li ­stanbulê hatiye weşandin. Her vê wergera han cara duduyan di 1976-ê û ya sisiyan jî di 1990-ê de li Istanbulê hatiye weşandin(15: 1990, Istanbul) Qanadê Kurdo jî di sala 1972-yê de di wê gotara xwe de ya bi navê ''Kurdnasî'' weşandiye, behsa Şerefnameyê kiriye. Di vê gotarê de Q. Kurdo, bi taybetî bal kêşaye ser destnivîsên kevn ên Şerefnamê (1: 1991, r. 30). Ji kurdan yek jê jî yê ku bala xwe pirr daye ser Şerefnamê Dr. Kemal Mazhar Ahmed e. Ew wek dîroknas bi awayekî ciddî li ser vê berhema hêja rawestiyaye, lêkolîn li ser kirine ew kesên ku li ser wê xebat kirine û bi taybetî rojhilatnas û kurdnasên sovyetî yên ku li ser Şerefnameyê rawestiyane raxistiye ber çavên xwendevanên kurd. Nivîsara wî ya pêşîn a di vî warî de ew e ku me li jorê binav kir ku wekî pêşgotin di Şerefnameya wergera Hejar de hat weşandin û cara duduyan ji di kitêba wî de ya bi navê çend lapere le mêjûyî gelî kurd ciyê xwe girt. Ev kitêb wekî me berê jî nivîsî cara duduyan bi kurmancî li Stockholmê hat weşandin. Dr. Kemal Mezher Ahmed di sala 1983-yê de kitêba xwe ya bi navê Mêjû - kurtebasêkî zanistî mêjû we kurd û mêjû li Bexdayê da weşandin ku ev kitêb li ser teorî û dîroka mêjûyê radiweste, behsa dîroknasên dewra kevn û yên nuh ên kurdan û berhemên wan, cih û rola wan di dîroka gelê kurd de dike. Di vê navberê de cihekî gellek giring jî dide Şerefnamê û nivîskarê wê Şeref Xanê Bedlîsî. Wan xebat û wergerên ku li ser Şerefnamê û nivîskarê wê hatine kirin dinasîne û bîr û baweriyên wan pêşkêşî xwendevanên kurd dike. Di vir de jî xebatên kurdolog û rojhilatnasên Rûsya Qeyserî û Yekîtiya Sovyetan cihekî giring digre. Ew bi xwe jî bîr û baweriyên xwe li ser Şerefnamê û nivîskarê wê dide û qîmetek gellek mezin dide wan. (binêre; 3: 1983, r. 104-132) Mamoste Abdulreqîb Yûsuf nivîsareka lêkolînî li ser wan mînyaturên di nava nusxeya pêîşn a destnivîs de nivîsiye. Ew nusxe bi destxeta Mîr Şeref Xanî bi xwe hatiye danîn. Beþekî ji nivîsara Abulreqîb Yûsufî di hejmarên 116 û 117-yê Rewşenbîrî Nwê de di 1988-ê de li Iraqê hatiye weşandin. Piþt re tevlî beşê neweşandî Elî Şêr hemû wergerandiye ser kurmanciya bakur û ew li gel 20 mînyaturên rengîn di nava weşanên Jîna Nû de sala 1991-ê li Swêdê wekî kitêb bi navê Hunerên Tabloyên Şerefnamê hatiye weşandin. Di vê lêkolînê de Abdulreqîb Yûsuf bi hûr û kûrî li ser wan 20 mînyaturan radiweste û wan ji alî hunerê neqqaşî û resamî ji alî naveroka mînyaturan a dîrokî û etnografî tehlîl dike. Wî bi xwe kopyeka vê destnivîsa Şerefnameyê ji Kitêbxaneya Oxfordê ya bi navê Bodleianê daye anîn û lêkolîna xwe li ber kopyayên reş û sipî yên mînyaturan amade kiriye. Pişt re Jîna Nû nusxeyên rengîn ên van mînyaturan ji kitêbxaneya navderbasbûyî daye anîn û kitêb li gel van mînyaturên rengîn ên gellek bi qîmet hatiye weşandin. Qîmetê van mînyaturan gellek zêde ye. çimkî ji aliyekî ve ew teswîra wê demê ya civaka xanedanî û bi giştî ya kurdan a mîmarî, kultur û medeniyeta wan nîşan didin. Ji aliyê din ve jî Abdulreqîb Yûsuf êdîa dike ku îhtîmaleka mezin ev mînyatur ji destê Şşeref Xanî bi xwe derketine. Gava meriv bibîr bîne ku Şeref Xanî di dema piçûktiya xwe de di harema xas a Şah Tahmasbî de xwendiye, yên li wê derê hunerên neqqaîş û resamiyê jî hîn dibûn û bi gellek hunermendên wê demê yên bi nav û deng re radibûn û rûdiniştin, ev îddîa ne gotinaka vala ye. Şeref Xan yekî herî bi nav û deng ê xetatên farisî hatiye hesibandin û navê wî li gel navên xetatên mezin derbas bûye; wekî Mîr Elî Tebrîzî, Îmadeddînê Huseynî, Muhemmed Riza Tebrîzî û Hesen Şamîlo (19: 1991, r. 23-24). Em ji bîr nekin ku karên wiha yên hunerî, di qesra xanedaniya mîrên Bedlîsê de gellek belav bûn. Gava Ewliya çelebiyê tirk li gel Melîk Ahmet Paşa çû Bedlîsê wê gavê neviyê Şerf Xanî Mîr Evdal Xan li ser hukum bû. Ewliya çelebî gava behsa Mîr dike bahsa bi dehan huneran dike ku Mîr di wan de bikêrhatî û zîrek bûye. Ressamî û neqqaşî jî di nava van huneran de ye. Lewra jî mesela zanîna van huneran ne xas e bi Şeref Xanî tenê ve, diçe digihîje mîrên din jî (binêre, 19: 1991). Elî Şêr ev demek e li ser Şerefnameya wergêra mamoste Hejarî radiweste ku wê wergerîne ser kurmanciya bakur. Wergera wê temam bûye. Di dema ku ev nivîsar tê nivîsîn ev werger ji bo ku bi munasebeta 400 saliya Şerefnameyê bigihîje ber destê xwendevanên kurmancîaxêv di çapxanê de bû. Şeref Xan kî ye? Şeref Xan di navbera salên 1579 û 1597-ê de mîrê Bedlîsê bû. Ew, ji xanedaniya mîrên Bedlîsê tê. Mirovên ji vê xanedaniyê serokên konfederasyona eşîrên rojkî (rozkî, rozekî, rûzekî) ne û xanedaniya wan heta dema nivîsandina Şerefnameyê li gorî Şeref Xanî 760 salan li ser mîrekiya Bedlîsê fermanrewatî kiribû. Ji van 760 salên Bedlîsê 110 sal di bin dagirkeriya dijminan de derbas bûbû.(15: 1990, r. 419)Mîrên Bedlîsê, şecera xwe dibin digihînin qiralên Kisra û nesla Nûşîrevan (15: 1990, r. 418)ê hukumdarê Sasaniyan. Yanî ew wek mîrên Botan xwe nîjad ereb û ji nesla pêxember hesab nakin lê reh û rêçikên xwe digihînin îraniyan (bi maneya aryayiyan). Navê Şeref Xan ê eslîn, Şeref e (di hin çavkaniyan de Şerefeddîn jî derbas dibe) ew kurê Mîr Şemseddînê kurê Mîr Şeref Xanê IV-ê ye. Bi xwe jî piştî ku bûye fermanrewayê Bedlîsê bi payeya ''xan''tiyê bi navê Mîr Şeref Xanê V-ê tê naskirin. Mîr Şeref Xanî heft salan piştî bazdana bavê xwe Mîr Şemseddînî ya ji ber sultanê osmaniyan û mayina li Îranê li nik Şah Tahmasbê I-ê, li Kerheruda ser bi bajarê Qûmê di 26-ê adara 1543-yê (20-ê zilhicceya 949-ê) de rojeka duşemê hatiye dinyayê. Mala ku ew lê hat dinyayê mala qadiyên Kerherudê bû. (15:1990, r. 514) Destnîşankirina vê malê û binavkirina malbata qadiyan, ji bo Mîr Şeref Xanî gellek giring e. çimkî ew bi xwe dinivîse ku: '' bi saya bereket û berhemên pîroz ên vê malbata payeberz, ji rojên min ên zarotiyê de heta niha ku ez gihîştime 50 saliya xwe heta ez ji 50-yê derbas bûme û nêzîkayî li 60 saliyê dikim, Xweda ez muweffeq kirim ku ez karibim têkevim nava wan zanayên ku li gora zanîna xwe hereket dikin û li gel kamil û têgihiştiyên xwedan fazîlet rabim û rûnêm.

serhado_63
03-27-2009, 23:51
Ew qas ku ez tu carê ji hevaltiya van zanayên bifazîlet û mirovên xwedanrûmet veneqetiyam''(15: 1990, r. 514). Dayika wî keça Emîr Xanê Mûsûllûyê kurê Gulabî Begê kurê Emîr Beg e.(15: 1990, r. 514) Ew ji Bayindiriyan (Akkoyunluyan) tên û Azerî ne. Mûsûllû navê eşîra wan e.(6: c. 2, 1990, r. 438) Gava bapîrê Mîr Şeref Xan ê bi navê Mîr Şeref Xan ê IV-ê li Bedlîsê fermanrewa bû, Emîr Xanê Mûsûllû jî bi navê Emîr Beg waliyê Diyarbekirê(Amedê) bû(1505-6). Sala 1506-ê Şah Îsmaîlê I. ê sefewî êrîş bir ser Dulqadiriyên Xarpêtê, bajar fetih kir û bangî Emîr Begê Mûsûllû yê waliyê Diyarbekirê jî kir ku ew jî tevî sefên wî bibe. Li ser vê yekê Emîr Beg tevî maiyet û eşîra xwe derket huzûra Şah Îsmaîl, bajarê Ameda(Diyarbekira) ku di bin fermandariya wî de bû tevî der û dorê pêşkêşî bin fermanrewatiya Şah kir(1506)(6: c. 2, 1990, r. 438). Jê pêştir gellek diyarîyên nadir pêşkêşî wî kirin. Di nava van diyariyan de laílekî di şiklê keriyê pezî de jî hebû ku ew ji xezînên sultanên berê gîhaştibû xezînên Bayindiriyan û ji wê derê jî gihîştibû wî begê binavkirî. Gava çavên Şah Îsmaîlê sefewî ev cewherê bêhempa dît gellekî kêfxweþ bû û beg bi payeya ''xan''tiyê payedar kir. Ji wê rojê pêve navê wî bû Emîr Xanê Mûsûllû. Şah her wiha wazîfa muhurdariyê jî dayê û ew kir lalayê kurê xwe Şehzade Tahmasb, pêre jî Eyaleta Herat û Xorasanê da wî, Ustaclû Mehmet Paþa jî di şûna wî de anî ser fermanrewatiya Diyarbekirê (15: 1990, r. 471) Tê gotin ku mohra Şah Îsmaîlî di hustuyê wî de bû û wî ji dêlva wî ve mohr li bin fermanan dida.(6: c. 2, 1990, r. 438) Gava Şah Îsmaîlê sefewî demeke kurt berî şerê çaldiranê hatibû Xoyê, mîrên kurdan hemî çûbûn pêşiya wî, lê li ser fesadî û kîndariya Ustaclû Mehemed Paşayê Diyarbekirî wî, ew li zincîr û prangayê dabûn, derdest kiribûn û biryar dabû ku her mîrek teslîmî fermandarekî qizilbaşan (sefewiyan) bibe. Wê gavê Emîr Şerefê bapîrê Şerf Xanê Bedlîsî jî teslîmî maiyeta Emîr Xanê Mûsûllû bûbû. Lê ku xeberek gîha Şah Îsmaîlî ku Şeybek(Şeyban) Xanê ÷zbekî ji alîyê Xorasanê ve bi armanca îstîla û dagîrkeriyê ber bi rojava va tê Şah tirsiya, poşman bû û ji mîrên kurdan re got ku min divê ez we berdim lê ji min re bêjin bê kî serokên we ne. Mîrên kurdan jî navê Mîr Şerefê IV-ê û yê Melik Xelîlê Eyyûbî (Mîrê Hesenkêfê, M. C.) dan. Li ser vê yekê Şahî ew her du derdest kirin, yên mayî serbest berdan û berê xwe da Xorasanê. Lê bi rê de bi alîkariya hin serokên rojkiyan Emîr Şeref û Melîk Xelîl ji esîrtiyê reviyan û vegeriyan Kurdistanê (15: 1990, r. 475-6). Piştî vê bûyerê, begên kurdan bi alîkariya Îdrîsê Bedlîsî gîhaştin tifaqê serî li hemberî waliyên Şah Îsmaîlê sefewî yên li Kurdistanê hildan, peyman bi Yawuz Sultan Selîmê Osmanî re bestin û li gel wî sala 1514-yê li çaldiranê şerek li hemberî Şah Îsmaîlî li dar xistin û ordiya wî têkşikandin. Piştî wê li ser peymana bi sultanê Osmanî re mîrên Kurdan hemû çûn ser îdara mîrekiyên xwe û dest bi fermanrewatiyê kirin. Emîr Şeref Xanê bapîrê Şeref Xanê Bedlîsî jî çû ser fermanrewatiya Bedlîsê. Gava di sala 1534-ê de Emîr Şerefê IV-ê di şerê li hemberî Ulame Paşa û Fîl Yaqûbê wezîrê Azamê osmaniyan de tevî 700 peyayên xwe li nehiya Tatikê hat kuþtin kurê wî Mîr Şemseddînê bavê Mîr Şeref bû mîrê Bedlîsê(15: 1990, r. 499). Qedera Mîr Şemseddîn jî bi sultanê osmaniyan; Qanûnî Sultan Sulyman re li hev nekir. çimkî Ulame Paşayê turkman çav berdabû mîrekiya Bedlîsê û têkilhevî û dijayetî di navbera mîrên Bedlîsê yên kurd û sultanên osmanî de derdixistin. Her çendîn bi xêra têkiliyên bêîstîqrar û bêbawer ên navbera osmanî û îraniyên sefewî jî hin caran Mîr Şemseddîn wezîrê azamê osmanî razî kir û rê vekir ku baweriya sultan bi alî xwe va rakêşe jî, dawiya dawîn gava Qanûnî Sultan Suleyman ji sefera Îran û Bexdadê vedigeriya û li dora Axlatê karwanê wî danî, bi pîjkirina Ulame Mîr emseddîn Şderxistin huzûra Sultanî, wî jî ferman kir ku Bedlîsê bidin Ulame û Mîr Şemseddîn jî here fermanrewatiya Meletiyeyê bike. Her çendîn bi baweriya ku wê pişt re karibe Sultan qanií bike Mîr Şemseddîn bi vê fermanê razî bû û hetta berê xwe da Meletiyê jî merivên der û dora wî û Mîrê Sasonê yê wê demê Suleyman Begê Azîzî ew hişyar kirin ku neçe Meletiyê, yan na kare mîrasa Bedlîsê ebediyen ji bin destê xanedaniya wan derkeve. Wê demê Şah Tahmasbê ku piştî bavê xwe bûbû şahê Îranê jî tevî ordiya xwe hatibû heta dora Ercîşê. Li ser vê yekê, ji bo ku here xwe bavê bextê Şah Tahmasb Mîr Şemseddîn tevî maiyeta xwe berê xwe ji Meletiyeyê vegerand û da Tebrîzê ku wê demê paytexta îraniyan bû. Pişt re hin reîs û begên rojkiyan yên din jî li hemberî paşa û waliyên osmaniyan serî hildan, welatê xwe bi cih hiştin û berê xwe dan Azerbaycanê. Li ser vê yekê Şah Tahmasbê I-ê rûmeteka bilind da Mîr Şemseddîn û ew bi payeya ''xan''tiyê teltîf kir, ew xist nav fermandarên xwe yên mezin, eyaleta Serabê û der û dorên wê dan wî. Pişt re li gor şertan carinan hin derên din jî diketin bin fermandariya Şemseddîn Xanî lê piranî, ew bi maiyeta xwe ya 150 kesên ji serok û rêberên rojkîyan pêkhatî, havîn û zivistanan li gel Şahî bû. Wî ev kesên xwe xistibûn nava maiyeta muhafiz a Şah.(15: 1990, r. 509) Heta ew bi xwe jî bû reîsê muhafizan. Lê belê pişt re ji bo ku kurmê afyonkêşiyê ew xist halekî welê ku ji çavê Şahî jî ji yên derû dora wî jî ket. Heta sala 1558-ê jî ku wê salê mir bi vî awayî ma. Gava mir li eyaleta Şîrwanê li Qezwînê wekîlê katibê kurê xwe; Şeref Xanê xwediyê Şerefnamê bû.(15: 1990, r. 511-12). Li Îranê ew bi keça Emîr Xanê Mûsûllû re zewicîbû. Tarîxa zewaca wî ne diyar e, lê wekî me berê jî nivîsî heft salan piştî ku ji welatê xwe pena biribû Îranê kurê wî yê bi navê Şeref di 26-ê adara 1543-yê de ji diya xwe bû. Şeref Xanî birayekî bi navê Xelef hebû. Ne diyar e ku ew ji Şeref Xanî mezintir an piçûktir e. Wî çend salan muhafiztiya Şah Tehmasbî kiriye pişt re di dema Şah Sultan Muhammed de gihîştiye rutba begîtiyê û bûye yek ji mirovên Hamze Mîrza. Pitşî Mirina Hamze Mîrza, ew derbasî alî osmaniyan bûye, Sultan Mûradê Osmanî jî senceqên Eleþgird û Melazgirdê teslîmî wî kirine.(15: 1990, r.513) Adeteka Şah Tahmasbî hebû ku zarokên beg û fermandaran hê di jiyê piçûktiyê de digirt harema xwe ya xas, ew li gel zarok û piçûkên wî diman, li wê derê dixwendin û digihîştin. Şeref Xan jî gava bû neh salî, di 1552-yê de hat verêkirin ji bo harema xas a Şah Tahmasbî.(15: 1990, r. 515) Li gora Şerefnamê ev piçûkên ku diçûn harema xas a Şahî li wê derê li gel zarokên Şah qurían, hukmên fiqih û şerîetê dixwendin, hînî dîndarîyê, pakiya ruh û bedenê, rabûn û rûniştina li gel merivên dîndar, xweparêzên ji gunehan, yên xas û pêbawer dibûn. Her wiha wazîfên wiha didan wan ku ew xiz**** wan alim û xwedanfazîletan bikin ku bi mêvandarî dihatin qesra wî ya alî. Gava piçûk balix dibûn, zanînên leşkerî an go tîrkêşî, siwarî, leyistika çoganan, cirîd û gellek qaîden şer ên din û bingehên însanî fer dibûn. ''Ji bo ku zerafet têkeve zewkên wan, qarekterên wan rast bibe, zekaya wan vebibe, bikêrhatinên wan diyar bibin û derkevin meydanê'' ew hînî hunerê resim û neqqaşiyê jî dibûn (15: 1990, r.515-16) Piştî mayina sê salan a li harema Şah ji bo hîndekariyê, gava bavê wî Mîr Şeref di 1555-ê de ji Şahî rica kir ku îstîfa wî ya ji hemû wazîfeyên xwe yên li qesra Şahî were qebûlkirin û ew vekişe înzîwayê, eşîra rojkiyan hemûyan bi tifaq daxwaz ji Şahî kirin da fermandariya ku di destê bavê Şeref Xanî de bû bide wî bi xwe. Li ser vê daxwazê hê 12 salî, ew bi fermana Şah Tahmasbî bi payeya begîtiyê hat teltîfkirin û herêmên Salyan û Mehmûdabadê(Mezher- Mehemedabad?) yên ser bi Şîrwanê ve bi wî ve hatin girêdan. Ew li ser vê fermanê çû wê herêmê. Ji bo ku umrê wî biçûk bû Şêx Emîrê Bilbasî yê ku hem lala, rêber û hem jî wekîlê wî bû, ev herêm îdare kir. Piştî sê salan gava Şêx Emîrê Bilbasî mir, Şîrwan ji Şeref Xanî hat stendin, ew careka din vegeriya qesra Şahî ya ku wê demê li Herqanê bû. Ji vê derê jî ew hat şandin nik xalê xwe Muhammedî Begê waliyê Hemedanê. Ew di nava zarokên xalê xwe de ma, pişt re xalê wî keça xwe bi wî re zewicand. Şah Tahmasbî jî ferman da ku ji bo karibe kar û barê îdarekirina eşîra rojkiyan bimeşîne meaþ û xercekî bidin wî. Sê salan jî ew tevî maiyeta xwe li Hemedanê ma (15: 1990, r. 516-17). Gava ku Sultan Bayezîdê kurê Qanûnî Sultan Suleyman çû xwe avêt bextê Şah Tahmasb û tansiyona têkiliyên navbera îranî û osmaniyan bilind bûn Şah Tahmasbî ji nuh ve gazî bavê Şeref Xanî kir, ew bir Qezwînê begîtiya rojkiyan da wî, Kerheruda(Qereherud-Mezher) bi ser Qumê(Gum -Mezher) ve da bin fermanrewatiya wî û ew tevî eşîra wî şandin wê derê. Piştî çend salan careka din bavê wî daxwaz kir ku ew ji van hemû wazîfên xwe bê ezilkirin. Şahî jî bi şertê ku Şeref Xan li Qezwînê di nava muhafizên wî de be ev yek qebûl kir û ferman da ku hemû mesrefên lazim ji maliya Isfehanê bidine Şeref Xanî. Ew du salan bi vî awayî li gel Şah Tahmasbî ma. Pişt re, gava di serîhildanekê de li herêma Geylan waliyê Biye; Xan Ahmedê Geylanî êsîr ket, Şah ferman da ku ebediyen vê wîlayetê bi xwe ve girê bide û bi vê mebestê ji bo ku bi tevayî baweriya xwe bi fermandarên qizilbaşan nedianî Şeref Xan kir serfermandarê wan û ew verêkirin da wê herêmê zeft bikin. Ew çûn herêmê, şerî di navbera Sultan Haþimê Geylanî û Şeref Xanî de destpê kir. Ordiya Şeref Xan ji 450 kesan û ya Sultan Haþim ji 18.000 kesan pêk dihat. Dîsa jî Şeref Xanî Sultan şikand. Di vî şerî de ji geylaniyan 1.800 kes hatin kuştin. Şeref Xan bi xwe bû fermanrewayê Geylanê û heft salan ew der îdare kir. Lê av û hewaya vê herêmê li eşîra rojkiyan nehat, gellek ji wan nexweş ketin û mirin. Ji ber vê hindê, Şeref Xanî hêvî ji Şahî kir ku wî ji vê wazîfê ezil bike, Şahî jî daxwaza wî qebûl kir û ew anî Qezwînê qesra xwe, xist nava dîwana xwe. Lê Şeref Xanî dît ku tifaq û yekîtî di nava qizilbaþan de nemaye, li hev nakin, fesadiya hev dikin û di qesrê de dek û dolaban li pey hev digerînin, wî neviya di hewayeka wiha de li qesrê bimîne, gîhaşt wê baweriyê ku çêtir e xwe ji vê yekê dûr xe. Ji Şahî xwest ku li dervayî merkezê îdareya herêmeka Îranê bide bin destê wî. Li ser vê daxwazê jî Şahî hin herêmên bi ser eyaleta Şîrwanê ve dan bin destên wî. Ji bo jiyana eşîra rojkiyan jî cihên wekî Terakemat, Areş, Akdaş, Kabale, Baku û Kenrabê da bin emrê wan ku ser bi Şîrwanê ve bûn û mulkiyeta xas a şahîtiyê dihatin hesibandin . Şeref Xan û eşîr û maiyeta xwe çûn li Şîrwanê bicih bûn (15: 1990, r. 519). Heþt meh di ser re derbas bûn, Şah Tahmasb mir, piştî hin tevliheviyan Şah Îsmaîlê II.yê hat ser hukum û hêvî ji Şerf Xanî kir ku ew ji Şîrwanê biçe nik wî. Li wê derê wê Şah mîrêmîrantiya Kurdan bidaya wî ew jî wê di maiyeta Şah de bûna bi vî şertî wê îdara kar û barên mîr, beg û serokeşîrên Kurdistanê, Loristanê û Goran bimeşanda, tiştên giring ên ji van karan jî pêşkêşî Şahî bikira, welhasil di dîwanê de bibûya wezîrê Şah ê berpirsê van herêman. Şeref Xan ev wazîfe qebûl kir û çû Qezwînê, dest bi karê xwe kir. Şahî ew qas baweriya xwe pê anî û rû**** wî girt ku ev bû sebebê çavnebarî û hesûdiyê di nava serok û fermandarên qizilbaşan de. Bêbextî kirin ku Şeref Xan bi dizî li gel Huseyîn Mîrzayî bi rê ketiye û li dijî Şahî komployan çêdikin. Şah di bin tesîra van fesadiyan de ma, hin kes ji serayê kuştin, hin hefs kirin û hin jî ji wazîfên wan ezil kirin. Huku**** Naxîcewanê jî da Şeref Xanî û ew ji bajêr derxist, yekîneyek eskerî jî li gel wî bi rê xist ku ew heta Azerbaycanê muhafiziya wî û maiyeta wî bike.(15: 1990, r. 520-21) Ew çû ser îdara Naxîcewanê, salek û çar mehan li wê derê ma. Li wir xeber jê re hat ku bi saya xebata mîrêmîranê Wanê Xusrew Paşa, hakimê Hekkariyan Zeynel Beg û Hesen Begê Mehmûdî sultanê osmaniyan; Sultan Mûradê III. berat derxistiye ku Eyaleta Bedlîsê bidine wî (15: 1990, r. 521). Li ser vê yekê roja 2-yê meha 12-ê ya 1578-ê(3-ê Şewala 986-ê) ku rojeka sêşemê bû, bi maiyeteka şeş sed kesan ku du sed kes ji wan rojkî bûn ji Naxîcewanê birê ket, pşitî sê rojan; roja îna 5-ê 12-ya 1578-ê gihîşt Wanê. Pşitî gellek merasim û kêf û şahiyan ew hat li ser Eyaleta Bedlîsê ya mîrasê bav û kalan rûnşit. Wî jî li hemberî vê qenciyê, deh salan bi sedaqet alîkariya Sultan Mûradî kir, di wan şeran de ku ji bo fetha Şîrvan, Gurcistan û Azerbaycanê ordî hatin şiyandin, Şeref Xan bi xwe tevî ordiya xwe ciyê xwe girt (15: 1990, r. 522). Di 1597-ê de mîrîtî teslîmî kurê xwe Mîr Şemseddînê IV. kir û xwe da xebata tarîxê û kar û barên ilmî yên din. Hîn ew sax bû, Mîr Şemseddînê IV. mir(1603), kurê wî yê din ê bi navê Ziyaeddîn Xan bû hakimê Bedlîsê (20: 1982, c.2 r. 1392). Dr. Kemal Mezher Ahmed, dinivîse ku tarîxa mirina Şeref Xanî heta niha diyar nebûye û li gor hesabê ku wî kengî Şerefnameya xwe (cildê duduyê) xelas kiriye hesabekî dike û dininvîse ku îhtîmala mezin Şeref Xan demeka kurt piştî meha nehan a 1598-ê mir, yan jî tûşî nexweşiyeka giran bû.çimkî dinivîse ku ew piştî wê bi gellekî bimaya, diviye hin berhemên din jî bidaya. Madem tu berhemên din nînin nexwe ew zûtirekê piştî xelasbûna Şerefnameyê miriye (3: 1990: r.107). Bi baweriya min ev rêveçûn nabe delîlê dilbicihkirina li ser tesbîta tarîxa mirina wî. Berî her tiştî her çendîn heta niha ji bilî her du cildên Şerefnamê tu berhemên din neketibin destên me jî ev nayê wê maneyê ku tu berhemên wî yên din nînin an nebûne. Ew bi xwe di Şerefnameyê de dinivîse ku wî li ser tarîxê hin nivîsar nivîsîne. Lê ew jî îro li ber destên me nînin. Geva Ewliya çelebî bahsa talankirina kutubxana Evdal Xanê mîrê Bedlîsê yê neviyê Şeref Xanê xwediyê Şerefnameyê dike, meriv çêtir tê digihîje ku gellek belge û berhemên mîrên Bedlîsê û yên kurdên din, gellek xezînên kulturî bi çi hovîtiye wenda bûne. Wekî din, hin delîl hene bi eşkereyî nîşan didin ku Mîr Şeref Xan sal û şeş mehan piştî xelaskirina cildê pêşîn ê Şerefnamê jî (heta dawiya çileyê paşîn ê 1599-ê) jiyaye. Rojhilatnasê Rûsya çarî F. Viljaminov Zernov di wê pêşgotina Şerefnameya farisî de ya ku sala 1860-ê li Peterburge daye weşandin, li ser hin nusxeyên destnivîs ên Şerefnameyê jî radiweste. Di wir de ew bahsa nusxeyeka destxet dike ku di kutubxaneya Peterburgê de bûye, sal û şeş mehan piştî xelasbûna nusxeya pêşîn a Şerefnameyê; di dawiya meha yekê ya sala 1599-ê (dawiya meha cemazîyel axira1007-ê hicrî) de ji ber destnivîsa pêşîn hatiye nivîsîn, Şeref Xan bi xwe ew nusxe di ber çev re derbas kiriye û mora xwe ya mîrîtiyê jî li ser daye.(14: 1981, r. 88, jêrenot). Mamoste Hejar Mukriyanî gava Şerefname wergerandiye ser zimanê kurdî û xwestiye li ser jiyana Şeref Xanî jî hin agahdariyan têxe vê kitêbê ji Ziya Şerefxanê ku bi eslê xwe ji malbata mîrên Bedlîsê tê pirsa mirina Şeref Xanî kiriye. Ziya Şerefxan wê gavê ji Tirkiyê baz dabû, li Lubnanê dijiya. Di mektûba xwe de ku wekî bersîv ji mamosta Hejar re verêkiriye, dinivîse ku Şeref Xanê bapîrê wî di 1603 an 1604-ê mîladî de wefat kiriye.(14: 19. r.790-91)Ansîklopediya tirkî ya bi navê Yurt Ansiklopedisi jî di cildê xwe yê duduyê de; di maddeya Bitlisê de gava li ser Şeref Xanî radiweste dinvîse ku ew sala 1604-ê miriye (20, 1982: c.2 r. 1392). Gava meriv agahiyên li ser jiyana Mîr Şeref Xan dixwîne eşkere diyar dibe ku ew hem ji alî xwendina ilmî, dînî, edebî, dîroknasî, siyasetzanî û hunerên estetîk ve gellekî zane ye, hem ji alî îdarekirina civata mîrî û dîwanê û hem jî di warê hunerê şer de têgihiştîye. Ew bi gellek alimên jêhatî yên bi nav û deng ên dewra xwe re yên li Îranê, Kurdîstanê û nav dewleta Împaratoriya Osmanî rabûye rûniştiye. Ew bi şah û şehzadeyan re mezin bûye wî hîn di 12 saliya xwe de dest bi îdarekirina welatan kiriye. Ew li gellek cihên Rojhilata-navîn geriyaye, seranserî Îranê ji Azerbaycanê bigre heta Kerbelayê ji Hemedanê bigre heta rojavayê Kurdistanê û Gurcistanê dîtiye, beşdarî gellek şer û pevçûnan bûye, bûye şahidê entrîkayên seraya şahîtiya sefewiyan, ji bavê xwe û mezinên eşîra rojkiyan dek û dolabên sultan û paşayên osmaniyan bihîstiye. Ew hînî gellek zimanan bûye(kurdî, farisî, erebî, tirkî, azerî) wî gellek milet û kultur nas kirine. Di hemû van hînbûn û karên xwe de ew biserkeftî bûye wî teqdîra şah û sultanan, ya malmezin, rîsipî, mîr û begên wê demê kişandiye ser xwe, hezkirin û hur**** wan ji bo wî peyda bûye, di nava eşîra xwe de û di nava qebîle û mezinên kurdan de jî yekî hezkirî û bi îhtîram bûye. Tevî ku jiyana wî ya li ser mîrîtiya Bedlîsê dirêj nekêşaye, wî îdareyeka adil û bi rûmet aniye nav hudûdên xanedaniyê, milet li hev civandiye, qî**** ilim û îrfanê di Bedlîsê de bilind kiriye ku alim, hunermend, şair û edîbên wê demê xwe li wir bigrin. Wî gellek avayîyên dînî û medrese li Bedlîsê dane avakirin. Tenê di sala 1591-ê(999-ê hicrî) de wî li Bedlîsê 5 medresên ilmî ava kirine ku navên wan Xatibiye, Hacîbegîye, Şukrîye, Îdrîsîye û Îxlasiye ne. Ew medrese wê demê bi edîban, şagird û feqiyan, bi alim û muderrisan tijî dibûn. (15: 1990, r. 399) Şeref Xan û dîroknasî Şeref Xan însanekî alim e ku di gellek waran de têgihîştiyê dereca bilind e û bi taybetî jî di ser her tiştî re, heta di ser mîrîtiya xwe re ew dîroknas e. Şeref Xan ne bi mîrîtiya xwe, lê bi dîroknasiya xwe naskirî ye. Her du cildên wî yên Şerefnameyê jî eşkere nîşan didin ku ew li gor dema xwe dîroknasekî mutexasis e, hay ji ilm, uslûb û mîrasê dîrokî yê wê demê heye, ew di hemû van waran de şareza ye loma jî di nava dîroknasên dema xwe de bûye xwedanê cihekî bilind. Şeref Xan ne ku hema ji bêkesî û ji dilxwaziya bahskirina bav û bapîrên xwe Şerefname nivîsîye û ne ku tesadufen bi serketiye û buye hezkiriyê neslên piştî xwe yê miletê xwe. Na. Wî hîn ji piçûkatiya xwe de hez ji dîrokê kiriye, di vî warî de xwendiye û xwe gihandiye, heta ku hatiye sewiyeka bilind a pisporiyê. Ew di Şerefnamê de wiha dinivîse: ''Piştî ku min xwendina xwe ya ilmê dînî xelas kir, piştî ku min hîndekariya xwe ya mutleq bawermendkir îkmal kir, xwe bi wan zanyariyan xemiland ku meriv karibe kar û barê dîwanê bimeşîne, piştî ku min kamiliyeta ruhî wergirt, hê ji destpêka rojên xwe yên gêncîtiyê, hetta ji destpêka heyata xwe, min dest bi muhawelê kir ku ez çav li behsa heyatên padîşah û qiralên rabihurî bigerînim ku bi heddekî bê hed min jê hez dikir û cardin min dest bi lêkolana behsa rewþa qewm, gel û milletên din kir ku bi evineka bêhed ez pê ve hatibûm bestin. Nîhayet ez di vî ilmê pîroz û hunerê zirav de gîhaştim dereceyeka berz. Di encama vê de heta taqeta min têrê kir min di vî warî de nivîsar jî nivîsîn.'' (15: 1990, r. 10) Ev xetên han nîşan didin ku Şeref Xan erê bi dereceyeka bêhed ji dîrokê hez dike lê tenê bi hezkirinê nemaye, xwe gîhandiye, bûye pispor û heta ji bilî Şerefnameyê jî nivîsar nivîsîne. Li gora baweriya Şeref Xanî, dîrok ''ilmekî pîroz'' û ''hunerekî zirav'' e. Ew her wiha dinivîse: ''Dîroknas û edabiyatnas li ser wê yekê gihîştine hev ku ilmê dîrok û biyografiyê birûmettirînê zanyariyên edebî ye, dereceberztirînê wan e û ciyê herî giring îşgal dike. Sebebê vê ew e ku ilmê tarîxê bi dersên xwedanîbret, elametên aşkera, xeber û rîwayetên giring dagirtiye. Ilmê tarîxê wan armancên bişeref û hêjayî pesinandinê pêk tîne ku hêvî ji wan tê kirin.'' (15: 1990, r. 8) Loma jî Şeref Xan rûmeteka bilind dide wan bîr û baweriyên Muhammedê kurê Hand Şahê kurê Mehmûd ê ku bi navê Mîr Hand naskiriye û ku wî ev bawerî di destpêka kitêba xwe ya bi navê Rewzetuíl-Sefayê de pêşkêş kirine. Di wir de tê nîşankirin ku deh feydeyên ilmê dîrokê hene (binêre 15: 1990 r. 8-9). Gellekên ji wan îro jî di rewacê de ne û hêjayî teqdîrê ne. Şeref Xan û kurdewerî Şeref Xan wekî kesekî dîroknas hê gellekî berî nivîsandina Şerefnameyê fikir kiriye ku esereka wiha binivîse ku heta wê wextê tu kesê dîroknas dest nedabe wê bahsê. Ew jî nivîsandina kitêbekê ya seranser û serbixwe li ser tarîxa Kurdan bû. Ew hemî caran li ser vê yekê difikirî, lê gava ku li Îranê bû ''ew maniên ku ji alî zemanî ve dihatin derxistin, bûyerên ku bi şev û rojan dihatin meydanê, rê li ber digirtin'' ku ew vê xweziya xwe bicih bîne (15: 1990, r. 10). Lê rojekê ew mizgînî jê re tê ku êdî dikare vegere welatê xwe, li ser erdên bav û kalên xwe rûnê, dest bi îdareya Bedlîsê bike. Ew jî tevlî maiyet û der û dora xwe, tevlî tebía û eşîra xwe tê Bedlîsê û dest bi îdara xanedaniyê dike. ''zilm ji meydanê rabûn'' dibêje Şeref Xan ''di pey wê re dilên bêtaqet û mezlûman di mal û welatên xwe de gîhaştin aramiyê, jiyana wan kete rêzanekê, reaya û tebía di dergûşên ewlekariyê de bêendîşe gîhaştin çêja wê bexteweriya bêkêmasî.'' (15: 1990: r. 11) Piþtî vê, Şeref Xan fikir dike ku êdî roj hatiye wê kitêba xwe ya mezin a bi tevayî li ser behsa kurdan binivîse. Wî hê ji berê de ji kitêbên erebî û zimanên din rîwayet û belge civandibûn. Di gel van bûyerên ku ew jiyabûn yan wî bihîstibûn û hemû dan ser hev û dest bi nivîsîna Şerefnamê kir. Armanca xwe ya amadekirina kitêbeka wiha ew bi xwe dinivîse ku ji şuûra xwedîlêderketina civak û welatê kurdan hatiye. Şeref Xan wiha dinvîse: ''Armanca min ji vê ew e ku ez nehêlim serboriyên dilxweşker û pak ên malbatên Kurd ên ku di jiyana tevayî ya Kurdistanê de roleka aktîf girtine di bin perde û poşiyan de bi dizî û veşartî bimînin.'' (15: 1990. r. 11) Fikir û şuûreka wiha ku meriv her çendin mîrê bes perçeyekî Kurdistanê be, tenê xwedanê eyaleteka wê be, lê meriv bes fikra vê eyaletê neke, ya hemû perçe û eyaletên din jî bike û bi wê hêviyê ku tarîx û serboriyên wan di bin ba, babelîsk û sûlavên zeman de wenda nebin dîrokekê binivîse, helbet fikr û şûûreka xwehesabkirina ji miletekî ye. Nexwe her çendîn li gorî wê dema feodalî ya ku Kurdistan di nava gellek mîran de parvekirî bû û ew qewmên ku ji etnîsîteya kurdîtiyê tên di nava hudûdên van dewletên feodal de ji hev cudakirî bûn û her yekê tenê hudûdê mîrektiya xwe ji xwe re welat hesab dikir, tu mafê huqûqî yê Şeref Xanî li ser wan perçên din tunebû jî, wî xwe ferdekî ji wan hesab kiriye, xwe xistiye bin berpirsiyariya wendanebûna jiyan û serboriyên wan. Xwedî li wendanebûna navê temamê kurd û Kurdistanê derketiye, ne ku tenê li ya eyaleta Bedlîsê. Ev şuûra kurdewerî û kurdistanşumûliyê ye. Ji ber vê hindê jî wî hem wek dîroknas hem jî wekî yekî kurd gava tarîxa xwe nivîsiye, mewzûiyet, bêterefî û rastgoyiya xwe parastiye, mîrekiyên ku wê demê bi wan re ne li hev bûne, heta dijminatiya wan jî kirine, ew li hemberî wan neketiye terefgiriyê û jiyan û serboriyên wan reş nekirine. Ji ber şer, qehremanî û liberxwedanên wan serbilind bûye, bi şanazî behsa qehremaniya wan kiriye, gava zilm li wan hatiye kirin û ew bindest û mexdûr bûne dilê wî bi wan şewitiye. Agirê kurdayetiyê di wan bûyer û cefakêşiyên di navbera her du împaratoriyên super ên zalim û bi dek û dolab de tim di kûreya dilê wî de awir daye, wî bi dilsojî bûyer û serborî neqil kirine. Lê ya Şeref Xanî ne bes kurdîniyeka dilsojî ye. Ew zanayekî welê ye ku li seranserî Kurdistanê geriyaye, hema hema nasîna wî bi hemî qebîle, eþîr û xanedaniyên kurdan re çêbûye, geh li serayên şahan maye; kar û barên wan ên merkezî meşandiye, geh çûye nava wan ew îdare kirine, li gel wan rabûye-rûniştiye, yan jî xizmet alîkarî û xwedîlêderketina wan ji wî re bûne sîneyên şefqetê. Ew têra xwe baş dizane ku kurd kî ne û hudûdê kurdan ji ku derê heta ku derê ye. Ev, bi eşkereyî di Şerefnamê de diyar in. Wê demê, li her herêmekê herkesî navek li xwe dikir, jiyan di navbera mîrekî, xanedanî, eşîr û qebîlên piçûk piçûk de perçe bûbû, belkî gellek caran ziman, dîn û mezhebên wan jî ji hev cuda bûn. Şeref Xanî ev rastî hemû dîtine û karibûye di ser van hemû perçebûnan ra wê etnîsîteya di ser van hemuyan re bibîne û van civakan bi navê miletê kurd binav bike û hemuyan bike tabiê vî miletî. Ew di vî warî de wiha dinivîse: ''Civak û eşîrên kurdan ji alî ziman, enane û rewşa civakî ve beşdarî bi ser çar qismên mezin (ji vir jî diyar dibe ku ew hin qismên piçûktir ên di bin van qisman re jî dinase M.C.) dibin: qismê yekê kurmanc, qismê duduyê lor, qismê sisiyê kelhur, qismê çarê goran.''(15: 1990, r. 20) Şeref Xanî, navê Kurdistanê jî li gellek ciyên kitêba xwe anîye. Ew mefhûma ''Kurdistan''ê ya ku ew tîne, ne li gor wê mefhûma resmî ya huqûqî ya îraniyan e ku tenê ji eyaleteka xwe re digotin ''Kurdistan'' û ne wek ya osmaniyan e jî ku ji çend eyaletan re digotin. Şeref Xan, gava dibêje ''Kurdistan'' behsa erdekî wiha dike ku perçeyekî wê di nava hudîdên Îranê de, perçeyek jî di nava hudûdên Împaratoriya Osmanî de ye, hin qewm, eşîr û xanedan li serê dijîn ku ji ziman, enane û rewşên civakî yên cuda pêk tên lê bi tevayî ji wan re ''kurd'' tê gotin. Hudûdê welatê kurdan di Şerefnamê de bi vî awayî tê kêşan: ''Hudûdên welatê kurdan, ji peravê Behra Hurmuz(Delavê Basrayê M. C.) destpê dike ku ev behr ji okyanûsê vediqete; li ser xeteka rast ji wê derê dere dikiþe heta dawiya bajarên Meletiyê û Meraşê. Bi vî awayî aliyê bakur ê vê xetê Fars,Acema Iraqê, Azerbaycan, Ermenîstana Piçûk û ya Mezin teşkîl dikin. Iraqa Ereb, bajarên Mûsil û Diyarbekirê jî dikevin başûrê vê xetê. Li gel vê jî, gellek xelk û qebîlên ku ji eslê van însanan tên, ji rojhilat heta rojava li gellek welatên din jî belav bûne'' (15 1990, r. 20). Gava meriv bala xwe dide vê hudûdkêşanê eþkere dibe ku hudûdkêşaneka etnîkî ya kurdewariyê ye ku di navbera ereb, faris, ermenî, gurc, tirk û rûman de dimîne. Ne tiþtekî tesaduf e ku sed sal piştî vê tesbîtê gava Ahmedê Xanî welatê kurdan kiriye ''ji ereb heta ve gurcan'' her ew tesbîta Şeref Xanî bi xwe bikar aniye. Şeref Xanî di Şerefnameyê de tenê behsa dîroka mîrê kurdan nekiriye, ew her wiha li ser rewşa dînî, kulturî, edebî, ilmî, eşîrî, mezheb û terîqetî ya kurdan jî rawestiyaye û li gor zanînên xwe ev rewş û xusûsiyetên kurdan jî şîrovekirine ku teşmîlî hemû kurdan dibe. Ev tiştên diyarkirî me digihînin wê qenaetê ku Şeref Xan yek ji wan zanayan e, belkî jî yê yekê ye ku fikr û şuûrên kurdayetiyê bi maneya nasyonalîzmê tê de peyda bûne û wî bi zîldana fikrên wiha di şuûra xwe de li cihanê temaşe kiriye, bi çavekî wiha dinya dîtiye, bûyer û xeber bi vî awayî tehlîl kirine. Meriv dikare bibêje ku ew destpêka rehên neteweperweriya kurdan e. Loma jî ne gellekî ecêb e ku Şeref Xan jî wekî Ahmedê Xanî di quncika dilê her kurdekî neteweperwer de bi germayetiyeka nazenîn tê parastin. Şerefname jî di kutubxaneya wan de li gel Mem û Zînê wekî du kitêbên ku hevdu temam dikin ciyê xwe yê xas digire. Yên referens 1- Ahmed, Dr. Kemal Mezher; çend rûpel ji dîroka gelê kurd Stockholm, 1991. 2- Ahmed, Dr. Kemal Mezher; çend lapere le mêjûyî gelî kurd, Bexdad, 1985. 3- Ahmed, Dr Kemal Mezher; Mêjû, kurtebasêkî zanistîy mêjû û kurd û mêjû Bexdad 1983. 4- Ahmed, Dr. Kemal Mezher; ''Şerefname le Kurdnasî Sovyet da'', Şerefnameyî Şeref Xanî Bedlîsî, Hejar kirdûyetî be kurdî, Necef, 1972. 5- Awnî, Muhammed Alî Awnî Pêşgotinên wî yên ku di Şerefnameyên çapên Qahîrê de cih girtine û piştre hatine wergerandin ser zimanê kurdî û di wergera Hejar de wekî pêşekî cih girtine. 6- Beysano§lu, Şevket; Anûtlarû ve kitabeleriyle Diyarbakûr tarihi, 1. ve 2. cilt, 1990, Ankara. 7- Bayezêdî, Mela Mehmûd; Tewarîxê Qedîmê Kurdistan, Moskova 1986. 8- Îskendero§lu, Memed[Şemsî, Dr. Mehmet]; Şeref Xan Bedlîsînîn Şerefname eserî Kurd xelginin tarîxî menbeî kîmî, Baku 1972. Û rûsiya vê kitêbê wekî doktoraname, Moskova, 1967. 9- Kurdoev, Qanatê "Kurdnasî", Muzexaneya Asyayê-Liqê Leningradê yê Unîversiteya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanyarî ya Yekîtiya Sovyetan, Moskova 1972, rûpel 386-87. 10- Malcolm, John; The history of Persia from the most early period to the present time, Vol. II, London 1815, pp207-208 11- Musaelian, J. S.; Bîblîyografya Kurdnasiyê, bi zimanê rûsî, Moskova, 1963. 12- Şaraf-xan Bidlisi; Şaraf-name, cildê 1-ê, wergêra E. I. Vasilieva, Moskova 1967 13- Şaraf-xan Bidlisi; Şaraf-name, cildê 2-yê,wergêra E. I. Vasilieva, Moskova 1976. 14-Ş eref Xan; Şerefnameyî Şeref Xanî Bedlîsî, Hejar kirdûyetî be kurdî 1972, Necef û 1981 Tehran. 15- Şeref Han, Şerefname; Arapçadan çevîren Mehet Emin Bozarslan, 1. baskû Îstanbul, 1971, 2. baskû Îstanbul 1976, 3. baskû 1990 Îstanbul. 16- Şemsî, Dr. Mehmet; ''Dîroknivîsê bi nav û deng ê kurd Şeref Xanê Bedlîsî'' Kovara Gelên Asya û Afrîka h. 6 1968, Moskova. 17- Şemsî, Dr. Mehmet;''Behsa serîhildanên sedsala şanzdehan a eşîrên kurdan di Şerefnameyê de", kovara Nûçeyên Akademiya Zanyarî ya Azerbaycana Sovyetî, bi zimanê rûsî û azerî h. 1 1967. 18- Xeşab, Yehya; ''Kurdistan''. Ev pêşekî ji bo çapên Şerefnameyê yên Erebî yên li Qahîrê hatin amadekirin û di wan de çap bûn. Pişt re hat wergerandin ser zimanê kurdî û di wergera Hejar de wekî pêşekî hat weþandin. 19- Yûsuf, Abdulreqîb; Hunerên Tabloyên Şerefnamê 1991, Sweden. 20- Yurt Ansiklopedisi; cilt 2, Bitlis mad. ­stanbul, 1982. 21- Zernof, V. VËliaminof; Scheref-nameh ou Historie des Kourdes par Schref, prince de Bidlis, Texte persian. T. I. S. Peterburg, 1860. Ev pêşgotin di çapên farisî û erebî yên Şerefnameyê de jî heye ku li Qahîrê hatine çapkirin. Pişt re hatiye wergerandin ser zimanê kurdî û wekî pêşekiyekê di wergera Hejar de jî ciyê xwe girtiye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder